Pazartesi, Nisan 9, 2018
Destpêk » CIWAN » BAYIK :DEWLETA TIRK DIXWAZE PKK U PDK ŞER BIKIN LÊ EMÊ ŞER NAKIN

BAYIK :DEWLETA TIRK DIXWAZE PKK U PDK ŞER BIKIN LÊ EMÊ ŞER NAKIN

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik, di nivîsa xwe ya bi serenavê “AKP li dijî cîhanê şantajê dike” ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîkayê de ev xal destnîşan kir:
“Mîna li lîstika tîma neteweyî ya tirk a li Konyayê, di lîstika neteweyî ya li Stenbolê de jî rêzgirtina destpêkê veguherandin protestokirina yên bûn hedefa komkujiyê. Qurbanên komkujiya Parîsê hatin ‘şermezar’kirin û qatil hatin rûmetdarkirin. Rêzgirtin veguherandin rêzdariya ji bo bombeyên zîndî. Tirkiye niha gihiştiye vê qonaxê. Ev bûyer vekirî radixin ber çavan ku têgihiştina AKP’ê û ya DAIŞ’ê mîna hev e.
Gelo girseyeke din a ji kuştina sivîlan ewqasî kêfxweş bûye hatiye dîtin? Hikûmeta AKP’ê Tirkiye wergerand welatekî ku ji qetilkirina bi komî ya sivîlan kêfxweş dibe. Ji xistina vê rewşê ya civakê xeternaktir tiştekî din tine ye. Yên li Konya û Stenbolê ji qatilan re li çepikan dixin, ên dibin qurbanên komkujiyan şermezar dikin ji xwe ve ne ketin vê rewşê. Ev rewş berhemeke hikûmeta AKP’ê ye. DAIŞ ne tenê desteka siyasî û aborî ji Tirkiyeyê digire; her wiha desteka moralê jî herî zêde ji Tirkiyeyê digire. Ji ber vê yekê fikra ku wê Tirkiye li dij DAIŞ’ê têkeve nav têkoşînê, şaşiyeke mezin e. Yên di heman ferasetê de bin, li dij hev têkoşînê nakin; bibe bibe wê hêzê bidin hev.
Komkujiya Parîsê nîşan da ku Tirkiye ne tenê ji bo kurdan û gelên Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê polîtîkayên xeter dimeşîne.
Çawa ku komkujiya Enqereyê di encama hevkariya AKP’ê de pêk hat, komkujiya Parîsê jî di encama polîtîkayên AKP’ê de pêk hatiye. Kî vê rastiyê nebînê, serê xwe dixe bin xîzê û li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke rast nikare bimeşîne.
Êdî heta têgihîştin û polîtîkayên AKP’ê neyên bêbandorkirin û şikandin, ne mimkûn e belaya DAIŞ’ê ji holê bê rakirin. Hêzên azadiyê yên gelê kurd darbe li ser darbeyê li DAIŞ’ê dixin lê ji ber polîtîkayên AKP’ê DAIŞ xwe xwedî dike. Hikûmeta AKP’ê şantajê li hemberî tevahiya cîhanê bi kar tîne. Di dîrokê de hêzeke din a siyasî ya mîna AKP’ê şantajê li cîhanê dike nehatiye dîtin.
Erdogan û AKP her tim dibêjin; “Ol û mezheba terorê tine ye.” Bêguman şaş e ku komkujiyên DAIŞ’ê bi Îslamê re werin têkildarkirin. DAIŞ hebûneke ku îmaja Îslamê xera dike, yanî dijberê Îslamê ye. Ev rast e. Lê rastiyek jî heye ku DAIŞ ji nav civak û erdnîgariya Îslamê derketiye. Faktorên civakî û dîrokî hene. Lê belê girîng e ku faktorên ji aliyê siyasî ve DAIŞ mezin kirine û bihêz kirine werîn dîtin. Girêdana pirsgirêkê ya bi faktorên civakî, dîrokî û çandî tenê ve, xelet e. Wisa nêzîkbûn, tê wateya rewakirina karakterê DAIŞ’ê yê dijminê mirovahiyê. Çapemeniya alîgirê AKP’ê wisa dike. Tenê DAIŞ’ê rewa dike, DAIŞ’ê teşwîq dike.
Ji bo bêbandorkirina DAIŞ’ê beriya her tiştî divê ev desteka siyasî ji holê rabe. Bi tedbîrên civakî û çandî encam bi derengî Wê were bidestxistin. Ji bo vê yekê jî birîna desteka Tirkiyeyê ya ji bo DAIŞ’ê jiyanî ye. Ji bo ev yek pêk were jî divê li dij vê polîtîkaya AKP’ê werê rawestîn. Li dij DAIŞ’ê hemû cîhan helwestê nîşan dide. Lê heta li dij Tirkiyeyê helwest neyên nîşandan ne mimkûn e di têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de encam were bidestxistin.
Di têkoşîna li dij DAIŞ’ê de jî ya herî girîng dayina têkoşîna li cih e. Ji ber vê yekê jî têkoşîna YPG/YPJ û Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dij DAIŞ’ê gelekî hêja ye. Eger DAIŞ wê têk biçe, ev yek dikare bi saya van hêzên ku xwedî desteka civakî ne, pêk were. Naxwe bi hêzên leşkerî yên ji derve bên li dij DAIŞ’ê bidestxistina encaman, ne hesan e. An jî encamên werin bidestxistin wê demkî bin. DAIŞ ketiye pêvajoya têkçûnê. Tenê bila polîtîkayên şaş neyên meşandin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk ên YPG/YPJ di nav de cih digirin xwedî wê hêzê ne ku DAIŞ’ê têk bibin. Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikarin di dema herî kin de Cerablûsê ji DAIŞ’ê paqij bikin.
Eger ji Tirkiyeyê destek neçe li Reqqayê jî di demeke kin de wê ji holê were rakirin. Li tevahiya Sûriyeyê kurd, ereb, durzî, suryanî, ermenî, jin, ciwan û komên din bi hesanî wê DAIŞ û El Nusrayê têk bibin û ji holê rakin.
Dema astengiya Tirkiyeyê ji holê were rakirin wê ev bê wateya dawiya DAIŞ’ê. Divê cîhan tev vê yekê bizanibe. Ji ber vê yekê jî eger hêzên navneteweyî bixwazin DAIŞ’ê têk bibin beriya her tiştî divê bûyina asteng a Tirkiyeyê ya li pêşiya vê têkoşînê, ji holê rakin.
Tirkiye tim li pey lawazkirina hêzên li dij DAIŞ’ê têdikoşin e. Niha jî tê xwestin PDK û PKK werin dijberî hev.
Piştî hilbijartinên 1’ê Mijdarê Ferîdûn Sinirlîoglû ji bo vê yekê bi lez û bez şandin Hewlêrê. Tirkiye dixwaze PDK’ê li Şengalê li dij PKK’ê bide şerkirin, hem jî di ser Rojava re rewşa piralî ya şer û pevçûnê biafirîne. Bi vê yekê re dixwaze hêzên dijberî DAIŞ’ê lawaz bixe û pozîsyona xwe bihêz bike.
Ji ber ku li dijî DAIŞ’ê têkoşîna herî bi bandor HPG/YJA Star û YPG/YPJ didin niha dixwaze bi PDK’ê re wan bide şerkirin û ji hevkara xwe ya herî mezin DAIŞ’ê re rehetî û derfetan biafirîne.
Dewletên ku mêtîngeriya komkujiya çandê li ser kurdan meşandin her dem xwestine ku nakokî û şer di nav kurdan de derxin. Lê belê kurd êdî xwedî zanist in, dîroka xwe baş fêr bûne. Ji ber vê yekê jî ev lîstikên dewleta tirk wê vala werin derxistin.”

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

“DERİN AŞKLARIN, BAĞLILIKLARIN, HASRETLERİN, ŞEFKATİN ŞARKILARINI SÖYLEDİ” YILMAZ GÜNEY

“Ben de Yılmaz Güney’i, ‘Armudun sapı, üzümün çöpü,’ demeden sevenlerdenim,” desem, -kanımca- her şeyi anlatmış/ …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir