Cumartesi, Nisan 7, 2018
Destpêk » ÇAND HUNER » CIWAN HACO KLÎBA NÛ BI IPHONE TOMAR KIR (VÎDEO)

CIWAN HACO KLÎBA NÛ BI IPHONE TOMAR KIR (VÎDEO)

Stranbêjê navdar ê Kurd Ciwan Haco klîbeke nû belav kir ku dîmenên wê klîbê jî bi telefoneke Iphone hatine tomarkirin.

Hunermend Ciwan Haco ji straneke xwe re klîbeke nû amade kir. Klîba stranê jî ji bo balê bikişîne ser afirînerî û berdewamkirina bêrawestan a hunerê, tenê bi telefoneke Iphone tomar kir.

Haco di klîba xwe ya nû de, strana ‘Gotin Sar Dibin’ distire û ew bixwe jî ligel dîmenên xwezayê dimeşe.

Ciwan Haco di bernameyeke televizyonê de diyar kir, wî bi tomarkirina bi telefoneke zîrek a dîmenên klîbê, xwestiye peyama afirîneriyê bigihîne ciwanên ku bi hunerê re mijûl dibin.

sputniknews

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

“DERİN AŞKLARIN, BAĞLILIKLARIN, HASRETLERİN, ŞEFKATİN ŞARKILARINI SÖYLEDİ” YILMAZ GÜNEY

“Ben de Yılmaz Güney’i, ‘Armudun sapı, üzümün çöpü,’ demeden sevenlerdenim,” desem, -kanımca- her şeyi anlatmış/ …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir