Pazartesi, Ağustos 6, 2018
Destpêk » ÇAND HUNER » DENG Û RENGÊN XWEZAYA JIYANÊ; “BIRÎN” HELBESTÊN SEMRA ÇELEBÎ

DENG Û RENGÊN XWEZAYA JIYANÊ; “BIRÎN” HELBESTÊN SEMRA ÇELEBÎ

Deng; kirûyekî (diyarde) qedîm û çavkanî û peyvekî tije hilma gerdûnî ye.. Jiyan û xweza; bi dengan ve pêk tên, deng bi hebûna xwe re ruh û canê jînê ye, ev di diyalektika (guherîn û veguherîn) jiyanê de digel tevgeran ve, wateya xwe dihesîne û hilma xwe xuya dike..

 

Deng û Rengên Xwezaya Jiyanê; “Birîn” Helbestên Semra Çelebî  

 Rûmet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

 

Lal bû zimanê xwezayê

Girî herikî, jan bû banî…

 

Deng; kirûyekî (diyarde) qedîm û çavkanî û peyvekî tije hilma gerdûnî ye.. Jiyan û xweza; bi dengan ve pêk tên, deng bi hebûna xwe re ruh û canê jînê ye, ev di diyalektika (guherîn û veguherîn) jiyanê de digel tevgeran ve, wateya xwe dihesîne û hilma xwe xuya dike..

 

Wek wate, rêman û rastînê deng; hem çavkanî ye, hem ji sîtav e û peyv û newayan bi dengan ve pêk tên.. Xweza, jiyan û hemû canên ku li ser axên erdnîgariya cîhanê de dijîn, bi dengan ve hene.. Deng; çand e, huner e, felsefe ye, wêje ye, dîmen e.. Kolan û warên xwezaya jiyanê deng in, janên êşan deng in, roniya hêviyan deng in, xweşahiya dilê hezê deng e, rengê azadiyê deng e.. Hest û ramanan bi tevahî dengan ve hene û hebûnên xwe bi reng û hilman ve pêk tînin.. Deng dem û demsal e, hebûn û tune bûn deng e, di dû bêdengiyê de dengan pêk tên…

 

Helbest jî di warê huner û çandî de; ji ciyekî di gelek girîng de, bi tîp, peyv û hevokên xwe ve, deng û rengê qîrîna jiyanê digihîne û ji mirovan ve nîşan dide, banga ji hemû dinyayê deng lê dike..

Wek huner helbest, di dîroka mirovahiyê de, digel wêne, muzikê ve, yek ji hunerî herî kevn û qedîm e û wekî hunerên muzîk û sînemayê, di nav hunerên herî belavbûyî de ye.. Di heman demê de helbest, wêje û derbirrînekî bingeh û çavkanî ye, ev xwe hertim bi awayên vebêjan ên cuda ve nû dike. Temaşayên (lîstik) şanoyan, senaryoyên sînemayan, newayên muzîkan, hevokên wêjeyan, reng, deng û hilmên ên huner û çandan; bi zimanê helbestan ve ji peyvên xwe ava dikin, riya hemû zanînan ji helbestan de derbas dibin, peyv û hevokên helbestan sîtavên hest û ramanan in.. Helbest; peyv e, hevok e, newaye û xwezaya jiyanê ye..

 

Li ber bayê zeman

Pelekî hişk im êdî

Temenê min di awirê zarokatiya min de

Kenê min di hembêza diya min de ma…

 

Neçar diweşim ji guliyên ciwaniya xwe…

 

Peyv û hevokên ên helbestên Semra Çelebî, bi awayî taybetmend û resen zimanê wêjeya xwe ava dike û deng, reng û hilmên ên qîrîn û hawara xwezaya jiyanê ‘bi zimanekî asoyan vedike ve’ digihîne me. Peyvên hevokên ên helbestên wê janên êşên jiyanê derbirrîn dikin û bi roniya rastînê ve dengê hêviyê bilind dike..

 

Li çarhawîrdora dilê min şewat e

Xwînê dirijîne, janê dirijîne

Ax û nalînê dirijîne çavên min

Şilfîtazî me di hembêza şevê de

Çarhawîrdora min agir

Çarhawîrdora min dojeh

Ji bêyîbûna te dişewitim…

 

Û dengek hat bihîstin

Gote;

“Rabe! xewnek hate jiyîn, tu jiya

rabe, hişyar be!”

Û çavên xwe vekir

Xweşiya şevê ji rûyên wê herikî

Xweza bi ser de giriyabû…

 

Helbestvana Kurd Semra Çelebî, di pirtûka xwe ya “Birîn” ê de; dengên xwezaya jiyanê, bi zimanê helbestek ê resen û gerdûnê ve rave dike.. Helbestvan Çelebî, di helbestên xwe de; bi dengekî gerdûnê û giştî ve deng lê dike, di sînorên asoyan de digerîne, bi hevokên xwe ve bîr û hişê mirovan de ‘asoyên nû vedike’ û dengên peyvên xwe digihîne ji ruhê canê re û atmosfera rengên jiyanê nîşan dide. Hevokên helbestên wê; qala êş, hêvî, jan, hez û bêrî kirinên axên erdnîgariya me û hemû cîhanê ve dike, rojaneya rastînê derbirrîn dike û dibe zimanê hest û ramanên hemû mirovahî û xwezaya jiyanê..

 

Di şeva tarî de,

axîna kûlên min li ber welidandinê ye…

 

Îşev ez ê cardin rabim

Guliyên heyvê ji jana xwe bihûnim

Êşa xwe yeko yeko bidim lêvên stêrkan

Û strana xwe birêsim

Bûkaniya xwe li erdê bihêlim

Û bedewbûna xwe ji te re bi rê kim…

 

Helbestvan, qîrîna xwezaya jiyanê, bi hest û ramanên xwe yên jidil û bi awayekî resen ve nivîsandî ye û bi peyvan ve, wate û hevokên ên nû afirandî ye..

 

Ka dilo

Bihûne îro guliyê rojê bi newayeke wendayî

Ser û bin bike şev û rojên jihevqetandî

Elema navê xwe bixwîne li asîmanan

Wekî stêrkên qudûmşikenandî

Bikeve ji dilê şeva sayî

bifire li ber ba yê westîyayî

Bifirre li ber bayê westiyayî…

 

Îşev hebûna min wekî ramûsaneke heram ji ser lêvên tariyê şemitî…

 

Îşev bê

Were îşev, tu bê

bibe şeh li porê min

ji hev veke guliyên

û şeh bike bi tiliyan

mîna tizbiya kehrîbarî, bijmêre

ta bi ta -yek û du

-yek misk yek ember

û jê bixwîne hezkirina xwe –

weku dixwînî ayetan ji

mishefê!

bê îşev, bibe kildank

ji şevê kil bike mijankên min

bê, li çavên min bibe morîka

xewê -weku biteyisim li ber

eynikê

û bêhna sibehê ji min bê!…

 

 

“Were

bisekiniya dem, di nîvê şeva tenê de

ji zindana çavên min, xewnên min yeko yeko birijiyana

rizgar bibûya xeyalên qedexe, rê bidana bêyîbûna te

were, a niha

li navenda dema sekinî, dest bida dilê min

di tariya şevê de, wekî ku tu li lorîna dayika xwe guhdar bikî

guh bide axîna dilê min

laşê min ê qerrisî bipêçe li hebûna xwe

di kurahiya xeyalan de min veşêre

were, a niha…”

 

*ji Kovara WENDA hejmar:3 rûpel:35

“Birîn” / Nivîskar: Semra Çelebî

Weşanxane: Weşanên Tevn

Rûpel: 88 – 2011

 

 

Helbestvan Furûx Ferroxzad di helbestekî xwe de wiha nivîsandî bû “Deng, deng, bi tenê deng mayînde ye…”, bi paş ve Deng dimîne di herikîna jiyanê de, dengê helbestan dimînin bo me, newayên hevokên van mayînde ne, rûyê rastînê peyvên dengan in.. Hevokên helbestên ên Semra Çelebî di warê wêjê û hunerê de hertim dê rojane bimînin û ji peyvên hevokên xwe mîna newayên stranekî bêdawî dê bibêjin…

 

 

Hakkında Rûmet Onur KAYA

Rûmet Onur KAYA

Bu habere de bakabilirsiniz.

ÇÖKMÜŞ BİR TOPLUMSAL AHLAKLA NEREYE KADAR?

Türkiye çözüm ve barış sürecinin bitirilmesinden sonra standartlara ve yükselişe geçen bir devlet ve toplum …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir