Pazartesi, Nisan 9, 2018
Destpêk » JIN » Kurd dest ji Ormiyê bernadin

Kurd dest ji Ormiyê bernadin

Hewlêr Bajarê Ormiye yê rojhilatê Kurdistanê piştî Kirmaşanê duyemîn bajarê rojhilatê Kudistanê ye. Hejmara niştecîhên Ormiyê nêzîkî yek milyon kes e û ji bilî kurdan, azerî, aşûrî û ermenî jî tê de dijîn. Lê heta niha yek ji postên parêzgarî, qaymeqamî yan jî şaredarî nebûye para kurdan.

Parêzgar (ku bi farsî jê re dibêjin ostandar) û qaymeqam ji aliyê wezareta navxwe û bi hemahengiya saziyên ewlehî û serbazî yên welêt tên destnîşankirin. Lê şaredar ji aliyê encumena şaredariyê ya ku ji aliyê gel ve tê hilbijartin, tê destnîşankirin.

Heta niha 4 caran hilbijartinên encumenên bajar û gundan hatiye sazkirin. Di hilbijartinên ewil de yek kurd jî di nav encumena bajarê Ormiyê de nebû lê di hilbijartinên duyem de 2 kurd hatin hilbijartin, di hilbijartinên sêyemîn de jî hejmara kurdan zêde bû û 5 endamên encumena bajêr kurd bûn. Lê di hilbijartinên herî dawî de zêdebarî zêdebûna endamên encumena bajêr, tenê 3 kurd bo endamtiya encumenê hatin hilbijartin.

Adil Fetahî ku di sê dorên borî yên encumena bajarê Ormiyê de hatibû hilbijartin, derheqê dayîna şaredariyê bo kurdan ji Rûdawê re got: “Heta niha qet şaredar di nav kurdan de nehatiye hilbijartin. Tenê carekî kurdekî xwest bibe şaredar ew jî nedanê.”

Fetahî ku xwe bo hilbijartinên şaredariya Ormiyê kiriye berbijar, piştevaniya xwe bo şaredarê niha yê Ormiyê ku kesekî azerî ye, ragihand.

Heta niha postên rêveberî û siyasî yên Ormiyê di destê azariyan de ye û aliyên din bi taybet kurd ji wan postan bêpar mane. Li gorî çalakvanê kurd ê bi navê Hejar Aryanfer, ji ber ku azerî zêdetir nêzîkî desthilata Îranê ne û nêzîkî navendê ne her wiha li ser mezhebê fermî yê Îranê yanê şîe ne, derfet û şansên wan bo wergirtina postên îdarî, siyasî zêdetir e. Hejar diyar kir ku di van mercên niha de nahêlin kurd li Ormiyê postên han werbigirin.

Adil Fetahî li ser kar û çalakiyên kulturî û edebî yên kurdî li Ormiyê axivî û ragihand ku eger xebatên han di çarçoveya qanûnê de bin nayên astengkirin.

Çalakvan Hejar Aryanfer diyar kir ku di heyama borî de tenê saziya kurdî ya bi navê Enstîtoya Ehmedê Xanî li Ormiyê hatiye girtin û wiha got: “Çalakvanên kurd li Ormiyê bo wergirtina mohleta qanûnî ya derxistina rojname û kovar yan jî lidarxistina çalakiyên kulturî û hunerî gelek caran rastî kêşeyan tên û gelek caran jî pêşiya wan tê girtin.”

Wî endamê encumena bajarê Ormiyê gazinde ji çalakvanên kurd jî kir ku heta niha ji encumenê daxwaza wergirtina mohleta derxistina kovar yan sazkirina çalakiyên hunerî û kulturî nekirine. Lê endamê rêveberiya Enstîtoya Ehmedê Xanî Hejar li ser vê mijarê wiha got: “Endamên kurd ên encumena bajêr heta parlamenterên kurd ên Ormiyê jî bo pêşxistina kultur û hunera kurdî qet alîkariya me nakin.”

Derheqê girtina Enstîtoya Ehmdê Xanî de jî Adil Fetahî diyar kir ku saziya ku ji aliyê xelkê ve tê piştgirîkirin nabe were girtin û da zanîn, dê bi alîkariya berpirsên din ên kurd dîsa wê saziyê veke. Lê Fetahî ji berpirsên enstîtoyê xwest ku xwe li ber çavan re derbas bikin û bi navendên hikûmetê re hemaheng bin.

Li gorî Hejar Aryanfer, kêşeya enstîtoya Ehmedê Xanî bi rêka asankarî û hewlên nûnerên bajarê ve nayê çareserkirin ji ber ku ev kêşe girêdayî wezareta îrşada îslamî ya Îranê ye û divê mirov bi berpirsên wê wezaretê re gotûbêj bike. (Rûdaw) 

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

YURTSEVERLİK VE YURTSEVER HAREKETİN AHLAKI – 1 / Orkun Yıldırım

Günümüzde Kürdistan sorununa baktığımızda tablo aynen şöyledir. Bulanık bir su içinde kimin ne olduğunu, yapılan …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir