Pazartesi, Nisan 9, 2018
Destpêk » JIN » MÎHRÎCANA BAJARÊ BÊ SÎNEMA!!

MÎHRÎCANA BAJARÊ BÊ SÎNEMA!!

SÎNEMARDÎN

Hin bajar hene ku nexşeya çand û hunera civaka şêniyên xwe di xêzên diwarên xwe de dihonînin û rêzdariya xwe ya ku bi hezarên salan bi mazûvaniya xwe berencam kirî ye, di demên nûjen de bi şêwe û qalibên hevdem ji nû ve hildiberînin. Bajarê Mêrdînê jî yek ji wan bajarên mazûvan e û niha bi mihrîcanên sînemayê xwe li huner û şêweyên nû digoncivîne. Mîhrîcana Fîlman a Mêrdînê ya Navneteweyî ‘SineMardin’ ku 10 sal berê wek mihrîcana kurtefîlman destpê kir, di sala dûyem de bi navê ‘Mîhrîcana Fîlmên Bajarê bê Sînema’ berdewam kir û di nav salan de bû mihrîcaneke gihîştî ku mazûvniyê ji fîlm û sînemagerên grîng re dike. 10. Mîhrîcana Fîlman a Mêrdînê ya Navneteweyî îsal di 13’ê Mijdarê de destpê kir. SineMardin, îsal hewl dide ku di qada navnetewî de çalakiyên xwe yên sînemayî û bajarê Mêrdînê bide nasin. Bi vê mebestê sînemagerên navdar, li gel fîlmên xwe yên grîng hatine vexwendin.

SineMArdin mihrîcaneke têr û tije ye

Mîhrîcana Fîlman a Mêrdînê ya Navneteweyî SineMArdin ku di 13’ê Mijdarê de bi fîlmê Derhênerê kurd Batin Xobadî yê bi navê ‘Mardan’ destpêkir û di 20’ê Mijdarê de bi dawî bû, bi baldariyeke pir mezin hate pêşwazîkirin. Di vê mihrîcana îsal a ku 35 film, kurtefîlm, vîdeoart û belgefîlmên grîng hatin pêşandan de sînemager û hezkiriyên sînemayê hatin cem hev û di warê hunera 6. de danûstendinên ramanî kirin. Fîlmên ku bi zimanên cuda yên wek; Kurdî, tirkî, erebî û îngîlîzî hatine kêşandin, ji bo temaşevanan bi binnivîsan hatin pêşandan. Ji salên berê cudatir mihrîcana îsal rastî eleqeyeke pir mezin hat û di hemû pêşandanan de hol tije bûn. Di derbarê mîhrîcanê de Koordînatorê Mîhrîcana SineMArdinê Hêlûn Firat anî ziman ku di mihrîcana îsal de wan helw daye ku fîlm û derhêneran bi hezkiriyên sînemayê yên Mêrdînî re bînin cem hev da ku derhêneran bêtir bikêşînin Mêrdînê. Firat got: “Armaca me ew e ku em dîrok, mîmarî û çand û hunera Mêrdînê bi derhêneran bidine nasîn da ku fîlmên xwe li Mêrdînê bikêşînin.” Firat da zanîn ku hola sînemayê ya ya Mêrdînê bi 150 palgehan avakirine û dom kir: “Li Tirkiyeyê yekem car e ku li bajarekî hem mîhrîcan tê lidarxistin û hem jî bi navê mîhrîcanê holên sînemayê têne avakirin. Li tu bajaran taybetiyeke wiha tune ye.

Mêrdîn, Holywood a  Kurdistanê ye

Hêlûn Firat diyar kir ku wan xwestiye ku di 10 saliya SineMArdin’ê de ew mihrîcanê bi kêf û bi coş bidin pîrozkirin, lê belê ji ber ku rewşa Tirkiyeyê pir guherbar e, beşdarî ne di asta ku wan pêşbîn kirî ye de bûye. Firat dom kir: “Vê rewşê bondarek neyênî li mihrîcanê kir. Pêwîst bû havînê ev mihrîcan pêk bê, lê belê ji ber awartebûna rewşê me du caran dîroka destpêka mîhrîcanê taloq kir.” Hêlûn Firat balê kêşa ser deştebajariya Mêrdînê û anî ziman ku li vê derê mirov dikarin di hemû demsalan de jî  kêşana fîlman bikin. Di vî warî de Mêrdîn bajarekî gelekî taybet e û di dinyayê de jî divê cihe wê jî taybet be. Firat anî ziman ku qelîteya ronahiya Mêrdînê di asta ya Holywoodê de ye û got: “Ji ber vê yekê, divê ev taybetiyên Merdînê di sektora sînemayê de bêne bikaranîn. Taybetiya ronahiya bi qelîte ji bo tîmên fîlman derfeteke bêhempa ye. Ger ku li Mêrdînê derfetên kêşanên fîlman zêde bibin, ev yek wê bandoreke pir erênî li ser tûrîzma bajar jî bike. Mêrdîn ji bo kêşana fîlman derfetên baş ên wek; peydakirina leystikvanan, sirûşt, binesaziya teknîkî pêkan dike.”

Navenda sînemageriyê: Mêrdîn

Firat amaje bi sînemaya Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku ew dixwazin awirên xwe li ser herêma xwe tûj bikin û hanî ziman ku potansiyeleke Mêrdînê ya taybet heye ku dikare ji bo sînemageriya Suriye, Iraq û Îranê bibe navend. Firat da zanîn ku di 10 salên dawî de ji Herêma Kurdistan, Îran û ji İraqê serlêdan çêbûne û got: “Em her dixwazin ku filmên ve heremê hilbijêrin. Bi vê mebestê me Macîd Macîdî, Selam Salavatî, Bahman Gobadî û gellek sînemagerên Îranê yên kurd û turkmen vexwend mihrîcanan û tevlî mîhrîcana me bûn. Ji Tirkiye yê jî Reha Erdem, Huseyin Karabey, Emin Alper û heta Zeki Demirkubuz û gelek derhênerên din hatin Mêrdînê. Gelek pirs ji wan hatin pirsîn û wan jî bersiv dan. Me baştirîn derhêner û hunermendan vexwend.

 SineMArdin êdî li Tirkiyeyê navdar e

Koordînatora SineMArdinê Hêlûn Firat di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku di SineMArdinê de xelat nayêne dayîn û kesên ku serî li mîhrîcanê didin ji vê yekê haydar in û SineMArdin bi vî awayî di nav mîhrîcanên Rojhilata Navîn de cîhê xwe girtiye. Firat destînaşan kir ku ji ber ew girîngiyê didin hunerê, xelat nadin û got: “Mîhrîcana me li Tirkiyeyê êdî navdar e. Di destpêkê de em rastî gellek astengiyan hatin. Ew çend ku kamêraya me li Qoserê, ji koxa mirîşkan derxist û me ji Îzmîrê hosteyek anî û ew da çêkirin. Armanca me ew bû ku Mêrdîn bibe navend an jî dexta sînemayê û ji sînemahezan re bibe warê afirîneriyeke nû. Êdî mîhrîcana me li Rojhilata Navîn, Ewropa û Rojava xwedî grîngiyek e.”

Taybetmendiya Mêrdînê ji bo sînemayê

Firat diyar kir ku Bajarê Mêrdînê ji bîlî dîrok û kevnewariya xwe, bi rengê kevirê xwe jî xwedî taybetmendiyeke giranbûha ye û rengê kevirên wê, ji bo ronahiyê pir bala derhêneran dikêşe. Firat wiha domand: “Ger ku derhêner li Mêrdînê fîlmekî bikêşînin, ji ber ku ronahiya Mêrdînê pir bi qalîte ye, pereyên ku didin ronahiya teknîkî di dest wan de dimîne û ev jî budceya fîlm kêm dike. Qelîteya ronahiya Mêrdînê û ya Holywood û Bolywoodê di heman astan de ne. Ev ji bo me bû palgehek. Me pala xwe da vê taybetmendiyê û êdî ji bilî me Mêrdîn bala herkesî dikşîne. Ez dikarim bêjin ku hin derhêner tenê ji bo ronahiyê têne Mêrdînê û hin leystikvan jî tenê ji bo ku kevnariya bajar bibînin têne Mêrdînê. Ev me bextewar dike ku em dibêjin me karekî baş bi rêvebiriye.”

Di pêvajoya SineMardinê de sûda gel

Firat ragihand ku ew bi SineMArdinê her wiha xizmeteke civakî jî pêk tînin û di heman demê de sûdeke mezin ji mihrîcanê werdigirin. Firat diyar kir ku ew hewl didin ku bi ser SîneMArdînê hêza şîrovekirin û lêpirsîna kevneşopiyê ya temaşevan û hunermendan berz bikin û wiha domand: “Karê me ne polîtîk e, lê belê ji polîtîkayê bi bandortir e. Gelek tişt hene ku bi siyasetê dernakevin holê û nayê vegotin, lê belê bi huner û sînemayê tê gotin. Wek nimûne; Temaşekirin û nîqaşkirin. Ez li her deverê Tirkiyeyê û Kurdistanê xebitîme, lê min wekî li tu deverî temaşevanên wekî yên Mêrdînê baldar û rexnegir nedîtime. Ez gelek kêfxweşim ku her kes li hember leystikvan û derhêneran rasterast xwe bîne ziman û rexneyan li wan bikin. Sûda herî mezin a mihrîcanê jî ev e, ne piştgiriya aborî ye. Jixwe aborî bi beşdariya mêvanan bi pêş ve diçe.”

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

BATI İLE RUSYA GERİLİMİNİN, TÜRKİYE VE KÜRDİSTAN’A YANSIMALARI

Eski Rus istihbarat ajanı Sergey Skripal ve kızı Yuliya’nın İngiltere’de “noviçok” adlı sinir gazıyla zehirlenerek …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir