Perşembe, Nisan 12, 2018
Destpêk » ÇAND HUNER » QÎRÎN Û BANGA “LAWJE”: SELÎQE

QÎRÎN Û BANGA “LAWJE”: SELÎQE

Peyva “Lawje” di zimana Kurdî de tê wateyên ‘dua, lava, daxwaz, lawij, hêvî, hewîş, parîn û niyaz.’ Lawje hawara dila ye, hezên jî evîn û welat e, Lawje wekî rengê avê zelal e, ji hestên û ramanên xweza ye û ew rastinên jiyanê ye.. Peyvên û newayên vê qîrîn û feryada hemû mirovahiyê ne…

Rûmet Onur Kaya / Hemû nivîsên ê nivîskar

Çavkaniya dengên banga vê, jî rêyekî dûvdirêj de, rêwîtiya hezaran salan e.. Rengê rûyê vê, di diyar û warê stranan de derketiye holê.. Erê, ev erdnîgarî warê stranan, kilaman, çîrokan û lawejan e, ji aliyên dengbêjan, stranbêjan û çîrokbêjan ve hatine gotin…

“Lawje” ji atmosfereke wisa de derketîye ku dengê
vê qala rengê çanda jiyanê bi xwe, dike.. Di rûyê asîmanê de wekî stêrkeke zîndewer diçirise û piştî baranekî ve dibe heftreng, her dem xuyaye û mayînde ne dengên newayên vê…

Albûma “Koma Lawje” ya bi navê ‘Selîqe’, stranên û klamên jî Colemêrgê ve pêk tên û awazên êşên, bêrî kirinên û hêvîyên axên warê me distrîne.. Di nav dengê newayên vê de jî bêhnên rengê Kurdistanê tê. “Selîqe” ango awaz, newa, melodî, arya û beste.. Wateya vê wekî roniyekî germ e, dengê sîtava jiyanê ye û naveke gerdûnê ye.. Selîqe, jiyan bi xwe ye û bi dengên rengan ve pêk tê.. Gotinekî ya Helbestvan Furûx Ferûxzad heye û dibêje ku “Deng, deng bi tenê deng mayînde ye…”

Deng mayînde ye, dengên stranan, çîrokan û jiyanan rastîn e, rastîn mayînde ye.. Albûma “Selîqe” di sala 2013’an ve hatî bû weşandin û têde 13 stran hatine gotin. Stranên albûma muzîkê, jî newayên klasîka (kevneşopîya) Kurdî ve pêk tên û stranên û klamên ên herêma Colemêrgê ne û ji awazên vê de bêhna reng û dengê axê welatê jê tê.. Yekem albûma “Koma Lawje’ gelek eleqayan dîtî.

Lawje, muzîkên filmê “Were Dengê Min (2014)” / Derhêner û Senaryo: Huseyin Karabey. û Belgefilmê “Haziran Yangını (2015)” / Derhêner û Senaryo: Gurkan Hacir. çêkirin û ji dawiya sala 2017’ê de strana klasîk “Rûbaro” jî ji nû ve bi şêwaza xwe deng lê kirin, ev stran jî ji aliyê guhdarên muzîkê ve gelekî hate ecibandin..

Lawje, di deryaya huner û çandê de taveroja rojê ye û demsaleke nû ye ango dengê vê rengê jiyan bixwe ye..

Hakkında Rûmet Onur KAYA

Rûmet Onur KAYA

Bu habere de bakabilirsiniz.

FELAKETE DOĞRU / FEHİM TAŞTEKİN

Bu kez işin rengi biraz farklı: ABD ve ortakları savaş takımlarını kuşanırken Rusya hiç olmadığı …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir