Pazartesi, Nisan 9, 2018
Destpêk » JIN » RÛSYA:ME LI KONVOYA ALÎKARIYA ÎNSANÎ NEDAYE

RÛSYA:ME LI KONVOYA ALÎKARIYA ÎNSANÎ NEDAYE

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn diyar kir ku îstîfaya Erdogan mijara gele Tirkiyeyê ye, em tevlî wê mijarê nabin.

14.50 — Erdogan: Gelê me rû bir û şer dike

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li Bayburtê di merasîmekê de got, ‘Pûtîn dibêjê me ji piştê ve xencer kirin’ vî gelî tu kes ji pişte xencer nekiriye. Tim rû bir û şer kiriye.

Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de got, ‘Pûtîn dibêje kî bi terorîstan re hevkariyê bike bi agir dilîze’ rast e, ez jî tevlî van gotinan dibim. Li Sûriyeyê 380 hezar kes ji terefê terorîzma dewletê ve hatin kuştin ew jî bi agir dilîzin. Bi bahaneya tekoşîna DAIŞê kuştina mixalifan jî lîstika bi agir e. Lêdana konvoya alîkariya însanî jî lîstika bi agir e. Ji vir tewsiya min ji Rûsyayê ku bi agir nelîze.

14.00 — Wezîrê Tirkiyeyê: Divê krîza siyasî tevlî têkiliyên ekonomiye neyê kirin

Wezîrê Ajal û Çandinî yê Tirkiyeyê Faruk Çelik derbarê têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê de axivî û got, divê ev krîza siyasî tevlî ekonomiye neyê kirin.

Çelik di berdewamiya axaftina xwe de got, di nava herdu welatan de ne tenê ji aliye ekonomiye ve ji hêla çandî û civakî jî pêwendî hene û dema balafir hat xistin me nizanîbû aydî kîjan miletiye. Divê ev mijar ji hêla kêmasiya spesifik were bi dest xistin, bi awayekî hestên neteweyî were şopandin ne rast e.

Faruk Çelik

13.30 — Lavrov: Tirkiyeyê hedê xwe derbas kir

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Tirkiyeyê bi xistina balafirê hedê xwe derbas kir.

Lavrov di civîna hevkarê xwe yê sûriyeyî Welîd Mûallîm de  diyar kir ku Tirkiyeyê bi xistina balafirê hedê xwe derbas kir. Serokên Tirkiyeyê hedê xwe derbas kirin û welatê xwe xistin rewşeke zahmet.

Her wiha Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Welîd Mûallîm ragihand ku, ev 5 sale ku Tirkiye piştgiriya terorîstan dike û ji pişt ve me xencer dike.

Ji aliyê din ve Lavrov ji bo xelaskirina pîlotê balafira xistî ku Artêşa Sûriyeyê tevlî xelaskirina operasyonê bibû spasiya Welîd Mûallîm kir.

12.00 — Kremlîn: Erdogan daxwaza hevdîtinê ji Pûtîn dike

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Erdogan dixwaze di zîrweya Parîsê de bi Pûtîn re hevdîtinekê bike.

Peskov di daxuyaniya çapemenî de ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan daxwaz kir ku di zîrweya avhewa ya Parîsê de bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn re hevdîtinekê bike. Û me ev daxwaza Erdogan gihand Pûtîn. Her wiha Erdogan piştî xistina balafirê bi 7-8 şûnde li Pûtîn geriya.

Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got, Hêza Hewayî ya Rûsyayê li Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorîst êrişan pêk tîne û bê astengî ev operasyon didomin.

11.30 — Rûsya: Me li konvoya alîkariya însanî nedaye

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku, Rûsyayê li konvoya alikariya însanî nedaye û tu eleqeya wan bi vê mijarê ve tuneye.

Her wiha Pûtîn daxuyand ku eleqeya me bi lêdana konvoyê tuneye, lê hinek şiken ku di konvoyê alikariya însanî tuneye jî hene. Ji ber ku di wê saetê de tu berpirsyarên alikariya konvoyî li cihê bûyerê tunebûn. Heke li wir bi rastî alikariyeke însanî hebûna li gorî hiqûqa navneteweyî di konvoyê de çi heye? ji kur re diçe? divê Peyman bihata çêkirin. Heke ev nehatibin kirin mafê me heye ku em ji vê konvoyê şikan bikin. Û ev jî îspata ku bi terorîstan re hevkarî tê kirin e.

Ji aliye din ve Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Fermandar İgor Konaşenkov derbarê êrişa konvoyê de axivî û got, li ser konvoya ku alikariya însanî dikişand tu remz û sembol tunebûn. Ev konvoy ji milîtanên Helebê re çek dibirin û ji vê konvoyê re nebêjin ‘konvoya alikariya însanî’.

İgor Konaşenkov

11.00 — Sûriye: Tirkiyeyê ji bo petrole balafira Rûsyayê xist

Wezîrê Ragihandinê yê Sûriyeyê Îmran Zûabî diyar kir ku, Tirkiyeyê ji bo berjewendiyên xwe yên petrole balafira Rûsyayê xist.

Zûabî ji ajansa RİA Novostiyê re axivî û got, ji bo ku Rûsyayê tankêrên petrole yên DAIŞê hedef girtin, Tirkiyeyê ji bo berjewendiya xwe balafira Rûsyayê xist xwarê. Û êriş di nava axa Sûriyeyê de qewimî û bê hişyariyekê, xuyaye ku Tirkiye derewan dike.

Zûabî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser civîna rayedarên Şamê û komên mixalif û got, hevdîtina komên mixalif û rayedarên Şamê hat paşxistin û ev pirsgirêk ne bi Şamê ve girêdayiye, bi mixalifên ku li derveyê Sûriyeyê dijîn bi wan ve girêdayi ye. Ev mixalif hev fêhm nakin, ji ber ku her komek di bin bandora dewletekê de ye.

Îmran Zûabî

09.50 — Pûtîn: Îstîfaya Erdogan ne mijara Rûsyayê ye

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Teyîp Erdogan destnîşan kir ku heke bê îspatkirin ku dewleta tirkî petrole ji DAIŞê distînê ez ê îstîfa bikim û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Pûtîn jî îstîfaya Erdogan nirxand û got, îstîfaya Erdogan mijara gelê Tirkiyeyê ye, em tevlî wê mijarê nabin.

Ji aliye din ve Serokê Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got, ji herêma Sûriyeyê cihê ku terorîst lê ne bi tankêran petrol ji bo Tirkiyeyê tê kişandin. Ne gengaze ku haya hikumeta Tirkiyeyê ji vê kişandina petrolê tunebe. Heke nizanibin, bila niha hînbibin

 

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

KADIN(LAR) VE DEVRİM(LER)

Devrimler toplumların altüst olduğu momentlerdir. “En alttakiler”i, en devinimsizleri üste, en “arkadakiler”i öne çıkartır. Hiç …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir