Pazartesi, Nisan 9, 2018
Destpêk » JIN » TERM / Kazim Hêvî JIYAN

TERM / Kazim Hêvî JIYAN

Car caran hin bûyer dibin sedema birînên mirov ê kevnar ku tû caran ji tû kesî rê venekirî û her dem ji dile xwe de veşartî bi xwedarî carekîdin ve bibin. Tu biryar didî ku ev bûyera ku biserê te de hatî û tu bi giranî birîndar kirî ji kesekî rê vebêje. Lê mixabin tu nikarî vebêjî. Velîska bûyere hing jî li ser te ye. Dibihîzî  û dibinî lê tû caran tu naxwazî ku ji dîtin û bihîstina xwe bawer bikî. Lê mixabin ev rastiyên ku tu tû caran naxwazî lê bawer bikî dibin term dikefin şevên te.

Li ser şerê Suriye navxweyî de vîdeok li ser înternetê heye. Li Hûmûsê şerê navbera muxalîf û leşkerên Essad de, leşkerêk Essad tê kuştin. Leşkerê muxalîf navê xwe Abu Sekkar e singa leşkerê kuştî diqelêşe û dile wî derdixe û dixwe.  Ev ne tiştekî bê qebûl kirin e. tevahî hovaneyî ye, der mirovî ye. Ger diktatoriya Essad hilweşe, hezar carî mistheq e. Lê bele, kî dibe bila bibe xwarina goştê mirovan tucaran nê qebûl kirin. Ev bu sedem bûyerê ku di sala 1998 an de bi serê min de hatî û min tû  caran ji tû kesî re ne gotî ez binivsînim.

Baş tê bîra min meha tîrmehe bû. Ji meh roj zêde neçûbûn. Belkî yek hefte jê çû be. Baş tê bîra min wan rojnan de stranbêje Tirk Kerîm Tekîn ji qezayek trafîke de jiyana xwe destdabû. Strana wî ê navdar “kar beyazdr ölüm ellerinden gülüm” ji devê herkesî de bû. Ece Erken’e bernamek li qanala Show e de çedikir. Her roj ev stran diweşand.

Em gundîne. Kare gundiyan jî diyar e. karên zeviyî ye û xwedî kirina ajalan e. Pezê me hebû ne zêde bû, lê têra me dikir. Rojek sibe min pez ajot zozan û min diçêrand. Hinek dûr malan ketibûm. Min çarek dît ku li hemberî min çend leşker ( ne şaşbim çar leşker bûn) di zinarê da kozik girtina û rûniştine. Gazî min kirin xwestin ku ez biçim rex wan. Birastî heya we deme min gelek çaran leşker dîbûn ji min pirs jî pirsî bûn. Lê tucaran ez rastî êrêşa wan nehatibûm. Ber vê yekê dile min rehet bû. Ez çim cem wan me çaxîr kir. Pirsa xwe yî klasîk ji min pirsiyan. “qet te terorîst nedît” bersiva min jî êdî klasik bû, min got na qet min nedît. Serfermandarê wan carek din ji min vegeriya “ çeka bavî te heye” min go bele heye. Bikêlecan ji min pirsiya “ wek çeke meye ne wisa”. Min got na qet naşive çekên we. Çekê bavî min çekek sede ye tu fîşenkeke diavêjî ji bona avêtinek din hewceye ku tu bişkenî û fîşenga we biguherî.

Pirsên klasik qediya bûn. Qesî  du seatan me sohpet kir êdî mijara me ne terorîst û çek bûn. Bi rastî jî hundirî ev du seatna de ez êrêşî tundiye nehatim. Ne tundiya fîzîkî ne jî ê wek heqeret. Berevacî, sohpeta me biken û henek bû.

Seat hatibû derdorî nehan, dema pez avê hatibû. Jixwe ber tîbûne pez nediçeriya. Hewcebû ku ez pez daxim avê. Min xatir ji leşkeran xwes û hêdî hêdî pez dadixist çem. Min gir derbaskiribû êdî leşker xwuya nadikirin. Dengek li pêş min bilin bû. Min pala xwe dayî ku ev cerdewanek e. bi dengek bilind û tund; tu nabînî leşker li pêş tene tu bi pez dikefî nav me. Min got hewceye ku ez pez daxim avê. Got cihekî dinre daxe, evder qedexeye. Gelek zora min hat. Leşkerên ku min qesî du seatan jê re sohpet kirî ne gotin ku ev der gedexeye cihekî din re pez daxe avê. Lê cerdevanan ew rê ji min qedexe kirin. Ez neçar mam ku pez cihekî din rê daxim avê.

Êdî min pez daxistibû avê. Pez him av vedixwar him jî diçeriya û hundirî cem de diçû. Min carek dî ku ji hundirî cem de gelek leşker bervî min tên. Hinekan qulikên keviran mezidikin, deste hinakan da jî dedentor hebûm di nav talanan de diziviryan. Wisa xuya dikir ku ji rêç û cihen gerîlayen PKK digeriyan. Li ser qedex kirina rê ez hinek tirsiyam. Ketim gumanan, gelo leşker bêjin ev der qedexeye û êrêşî min bikin. Lê dema ku leşker nêzî min bûn yek leşkeri ew pirsa kilasîk ji min pirsiya min jî bersiva wî da. Xeynî we neaxifî. Wan kare xwe dikir min jî ê xwe. êdî min bawer kir ku ev der ne qedexe ye û êrêşî tundiye jî nayem. Herk ez hundirî cem de diçûm hejmara leşkerean jî zede dibû. Hinekan ew pirse kilasîk ji min dikirin hinekan silav didan û derbas dibûn hinekan jî ne pirs dipirsiyan ne jî silav didan. Pez geh derbasî wî yalî cem dibû geh jî derbasî vî yalî dibû û diçeriya. Ber ku meha havîne bû ava cem kem bû. bi hêsanî mirov û ajal ji aliyekî derbasî aliye din dibû.

Êdî hejmara leşkeran kem bibû qesî neh deh leşker mabûn ewna jî yek û yek ji min dadiwiryan. Peze min jî ji alîyekî cem derbasî aliye din dibû. Ez keviya cem bûm. Bendê bûm ku hemû pez derbas wî alî be herî dawî ez derbas bim. Leşkerek nêzî min dibû dur ve silav ji min da min jî silava wî girt. Hewlda ku derbas aliye min be. Jê kem buna avê rê seriyê kevirên  hinek mezin ji avê derketî bûn. Wî leşkerî pelî seriyen kevira dikir û bervî min dihat. Dema ku hat navbera avê rawestiya û dest bi pirsen kilasîk kir. Deste wî de şûşeyek coca cola hebû û aliyekîjî cola vedixwar. Min jî bersivên xwe yî klasik dan. Lê diyar bû ku dixwaze hinek ji minre biaxife.

Navê  te çiye?

Kazim e. lê ye te?

Sere xwe rakir qesî sê çar çirkan ji banî mêzekir;

Navê min jî Tûfan e.

Lê min bawer nekir ku navê wî Tûfan be. Kesek bona navê xwe  bêje hewce nabîne ku bifikire. Herî zêde xwe wekî tirsîner bi de xwuya kirin wî ev nav hilbijart.

 

Bi awakî xwe bawer û serbilindî dest bi axaftine kir. Terorîst gelek ji me ditirsin. Nawêrin ku ji mere şer bikin her dem ji ber me direvin dikefin qulikên roviyan. Em diçin radihêjin lingen wan ji qulike dikşînin û dikujin. Dema ku em bikujin li ber me digerin ku em wan nekujin. Lê em sond xwarîne ku em wan bikujin. Gelekî wan ji ber mirine mîz ji bin diçe. Çendek berê me terorîstek kujt. Du re jî me zimanê wî jêkir û li ser kozan kir kebap xwar.

 

Ez matbûm. Min hîs kir ku madê min radibê. Zilamekî mirovxwar li hemberî min rawestî bû. Bi coş pesna xwe dida. Lê ez mat bibûm û hinek jî madê min radû bû.

 

Qulta xwe yî colê yê dawî jî qedand û şûşe colê çenk avê kir.

 

Ger tu rojnan hatî bajêr bê ba min. Ezî navende me.

 

Tene min karî bû ku ez bêjim; temam!

 

Dema ku dest bi meşine kir dest bi strana wan rojnan di devê her kesî da bu jî kir. “kar beyazdır ölüm elerinden gülüm….”.

 

We gavê şûn de tiştek tene mejûye minda mabû. Leşkere Tirkan goştê leşkerên me dixwin. Min gelek cara hewlda ku ez ev bûyera ku bi sere min da hatî ez der dorê xwe re parve bikim. Lê min qet nikarî ku bêjim. Herdem peyv di qîzka min de dibûn gire.

 

Ew çi bêbextiyek bû ku, bû peyiz li gundekî qesî 5/6 km li durî me, navbera gerîlayên PKK û leşkeran de şer derket. Êvar seat dorî 9:00 n bû şer destpê kir heya nîv seatê domî. Roja din jî heya serê êvare berdewam kir.

 

We deme ez kurapê xwe ve diçin dibistanê. Ez pola heştan de bûm. Mala me ne hundirî şaredariye de bû. Em bi servise diçin dibîstane. Lê arebe nedihat mala me, em diçin ber çem liser pire li serwîse siwar dibûn. We sibe em çûn ser rê me dît ku gelek leşker li berçem û li derdoranê. Leşkeran tu astengî ji me rê dernexistin. Dema vegerîne, leşkerekî nehîşt ku em dakişin. Got li cihekî din dakişin ev der ji bona we ne baş e. Em jî neçar man ku em rêya xwe dirêj bikin û cihekî din ji arebe dakişin.

 

Ez hatim malê ê behsa şer dikine. Bavê min çû bû nav zevîyen ber çem, rastî tundiya du leşkeran hatibû. Wan bi hovanê herîşî bavê min kiri bû. Biri bûn ser laşê gerîlayekî kuştinî; “baş meze ev zilamê we ye me jî kuştiye. Ka hûn dibêjin terorîst tûnen”.

 

Di dawî şer da hat gotin ku çar gerilla û du jî leşker jiyana xwe dest dane. Gerîlayek li çeme ku min pez lê avdayî jî hatibû kuştin. Cend rojan şûnde ez çim cihê ew gerîla lê kuştinî. Min parçeyek binkinc dît. Rengê xwe rengê kincên gerîlaya bû. Ya herî girîng jî ew bû ku, navbera cihê gerîla lê hatî kuştin û leşkere ku ji min rê gotî me zimanê gerîla jêkir û xwar nêzî bazdeh metre bû. Ez kelgirî bûm. Ji xwe rê min got gelo zimanê vî jî xwarin…

 

[email protected]

 

Sayı: 240

5 Eylül 2013

 

Hakkında Kazim Hêvî JIYAN

Kazim Hêvî JIYAN

Bu habere de bakabilirsiniz.

“DERİN AŞKLARIN, BAĞLILIKLARIN, HASRETLERİN, ŞEFKATİN ŞARKILARINI SÖYLEDİ” YILMAZ GÜNEY

“Ben de Yılmaz Güney’i, ‘Armudun sapı, üzümün çöpü,’ demeden sevenlerdenim,” desem, -kanımca- her şeyi anlatmış/ …

Bir Cevap Yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir