Salı, Temmuz 23, 2019
Destpêk » GIŞTÎ » TÛNDKARIYA MÊRAN 2018MÊRAN DI SALA 2018Ê DE 255 JIN KUŞTINE

TÛNDKARIYA MÊRAN 2018MÊRAN DI SALA 2018Ê DE 255 JIN KUŞTINE

Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye; tacizli 188 jinan kiriye; îstismara cinsî li 347 zarokên keç kiriye, ya kêm 380 jin birîndar kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 516 jinan daye kirin.

Evrim Kepenek / BİANET

Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 20 zarok kuştine. Ji 20 zarokan sê hêj bebik bûne.

Herweha mêran 39 mêrên di dema bûyeran de li nik jinan bûn/an jî hewil dane bibin astengê bûyeran kuştine.

Mêran tecawiz li 61 jinan kiriye; tacizli 188 jinan kiriye; îstismara cinsî li347 zarokên keç kiriye, ya kêm 380 jin birîndar kirine. Mêran bi zorê karê seksê li 516 jinan daye kirin.

Mêran di pênc salên dawiyê de 137 jin kuştine, 2075 jin birîndar kirine.

Ji bilî van bûyerên kuştinê. 10 kesên failên bûyerên kuştinê di vê salê de hatine tespîtkirin. Antalya (1), Amed ( 2), Elezîz (1), Stenbol (1), İzmir (2), Mêrsîn (2), Sinop (1)

Di sala 2018ê de failên deh bûyerên kuştina jinan nehatine tespîtkirin.

Antalya (1), Stenbol (2), İzmir (3), Kilis (1), Kocaeli (1), Konya (1), Mêrdîn (1)

40 termên jinan hatiye dîtin ku guman heye hatibin kuştin. Yek ji wan jinên mirî trans bûye.

Edene (3), Agirî (1), Enqere (2), Antalya (1), Bursa (3), Amed (1), Hatay (2), Stenbol (5), İzmir (5), Karaman (1), Manisa (1), Mêrsîn (2), Muğla (2), Samsun (1), Tekirdağ (4), Rûha (3), Wan (2), Zonguldak (1).

Mêran hewil dane 18 jinan bikujin. Hewreha mêran hewil dane 16 jinan jî birevînin. Dema mêran xwestine hin jinan birevînin zarokên wan jî li nik wan bûne.

Kuştin

Mêran di sala 2018ê de ya kêm 255 jin û 20 zarok kuştine. Ji 20 zarokan sê hêj bebik bûne.

Mêran li kû jin kuştine?

Ji sedî 147ê jinan li mala xwe hatine kuştin. 60 jin li cihên civakî yên wek bazar, parq, dadgehan hatine kuştin.

23 jinên hatîn kuştin penaber bûne. Nehatiye tespîtkirin ka 4 ji wan jinan ji kû bûne: 10 ji Sûriyeyê, 2 ji Efxanistanê, yek ji Kirxistanê, yek ji Turkmenistanê, yek ji Fasê, yek ji Kazaxistanê û yek ji Ozbekistanê bûne.

Kê jin kuştine?

Zêdetirî nîvê jinên hatîn kuştin mêrê wan ew kuştine. Mêrên bi zewaca fermî an dînî bi jinan re zewicîn û yarên jinan 162 jin kuştine. Mêr an yarê berê yê 18 jinan ew kuştine. Kekê 20 jinan ew kuştine.

Mêran jin çawa kuştine?

Ji nîvî pirtirê jinên hatîn kuştin bi çekên gullexwer hatine kuştin.

Çekên gullexwer: 153

Amûrên birrek: 76 

Xeniqandin: 10 

Di nûçeyan de nehatiye diyarkirin ka sê jin çawa hatine kuştin.

Mêran jin bi kîjan hêcetan kuştine?

Ji sedî 76ê jinên mêran ew kuştîn, ji ber ku xwestine ji mêran cida bibin wan ew kuştine. Ji sedî 25ê jinên hatîn kuştin mêrê wan bi hesûdiya ji mêrên dî ew kuştine.

Ya kêm pênc jinên hatîn kuştin di emrê zarokatiyê de bi zorê hatine kuştin.

Kuştina zarokan

 Li gor nûçeyên bianetê ji rojnameyên herêmî û neteweyî, ji malper û ajansan berhev kirîn, mêran di sala 2018ê de ya kêm 20 zarok kuştine. Hêceta kuştina wan tolhildana ji dayikan bûye.

Dê û bavê heşt zarokên hatîn kuştin di pêvajoya jihevcidabûnê de bûne.

Sêzdeh  zarokên hatîn kuştin, bavê wan ew kuştine.

Mêran:

Bi xeniqandinê: 4

Bi kêran: 2

Bi çekên gulexwer: 3

Zarok kuştine.

Dayika du zarokan gilî li nik polîsan kiriye lê polîsan bi ser guhê xwe re avêtiye û paşê zarokên wan hatine kuştin.

Ji beriya ku zarokek bê kuştin ji bo dayika wî biryara parastinê hatiye dayin lêê dema wê qediyaye. Dayikê xwestiye dema biryarê bê dirêjkirin lê du rojan piştî zaroka/ê wê hatî kuştin dema biryara parastina wê jinê hatiye dirêjkirin.

Pêvajoya hiqûqî

Yek ji failan reviyaye. Failekî hewil daye xwe bikuje. Du fail teslîm bûne, pênc hatine girtin. Failek hatiye desteserkirin.

Navên zarokên hatîn kuştin: Ardınç Arda, A.K.K, E.A, Ebru Çetinkaya, Ecem Balcı, Ecrin E., Elif Mina, Esma Arslan, Esmanur Kaya, Eylül Yağlıkara, Leyla Aydemir, Miray Hira, Nurdan Şahin, Rabia Kaya, Rana Güllü, Şükran A., Süleyman Sakın,Tuncay Çetinkaya.

Tecawiz

Li gor nûçeyan di sala 2018ê de hatîn çêkirin 61 bûyerên tecawizê pêk hatine.

Çar jin ji beriya bêne tecawizkirin hatine rapêçandin. Ji 61 jinên hatîn tecawizkirin 11 jin piştî hatî tecawizkirin hatiye derbdan jî.

Êrîşeka cinsî li jineka ducanî(bebika wê 5,5 mehî) hatiye kirin. Deh jinên tecawiz lê hatî kirin koçber bûne.

Sûriye (2), xurcistan (1), Qazaxistan (1), Azarbeycan (1), Gana (1), Brîtanya (1), Kirxizistan (2)

Yek ji tecawizkaran di hêza taybet a leşkerî de bûye, çar polîs, pênc karmendên ewlehiyê û yek jî jînekolog bûye.

Mêran êrîşa cinsî li 10 jinên kêmendam kiriye.

Jinan deh mêrên tecawiz li wan kirî nas nedikirin. 46 failan gundî û pismam tê de kesên nasên wan bûne. Cîranên jinan jî failê tecawizê bûne.

Jineka tecawi lê hatî kirin karkera seksê bûye. “Mişterîyekê” wê tecawiz li wê kiriye. 36 jin li mala xwe 18 jin li cihên cib-vakî yên wek otêl, daristan, kafe û kargehan hatine tecawizkirin.

Pêvajoya hiqûqî

37 fail hatine girtin. Du fail ji ber sûcên wan ên dî hatine girtin. 38 fail hatine desteserkirin. 13 fail serbest hatine berdan.

Taciz

Li gor nûçeyan, di sala 2018ê de hatîn çêkirin 188 bûyerên tacizê pêk hatine.

Jinan 256 mêrên taciz li wan kirîn nas nedikirin. Yek i tacizkaran midûrê Birêvebiriya Koçê bûye, du şofêrên otobûsê bûne, garsonek û hevalekê mêrê jinekê yê bi mêrê wê re li hev ketî bûye.

12 tacizkar nasên jinan bûne. Hevkar û serkarên 8 jinan taciz li wan kiriye.

Nîvê tacizkaran bi gotinan taciz li jinan kiriye. 145 mêran bi awayekê fizîkî û bi gotinan taciz li jinan kirine.

Pêvajoya hiqûqî

Qeyda sûcdariyê ya 12 tacizkaran ji beriya bûyerê hebûye. 21 fail hatine desteserkirin. 51 fail hatine girtin. Ya kêm li ser deh mêran lêpirsînname hatiye amadekirin.

Mêrek hatiye cezakirin ku ew ê du mehan nêzîkê jinekê nebe, mêrek jî dê sê mehan nêzîkî jineka dî nebe. Failekê jinek taciz kiriye, wê jinê ew fail kuştiye. Li Kocaelîyê dersdarê zanîngehê taciz li xwendekara xwe kiriye. ew li ser vê yekê ji karê xwe hatiye avêtin.

Istismara zarokan

Li gorîdaneyên aktuel ên ku bianetê di navbera 1ê Kanûna Paşiyê (Rêbendan) ya  2018ê – 31ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê ji nûçeyên li înternet, medyaya netewî û medyaya herêmî yên Tirkiyeyê berhev kiriye, di sala 2018ê de istismara zayendî li 347 zarokên keç û li çar zarokên kur kiriye. Hejmara failan a ku di çapemeniyê de hatiye weşandin 249 bûye. 

Pênc zarokên keç, di encama tecawizkirina mêran de ducanî bûne. Kanûna Pêşiyê  (1), Sibat (1), Hezîran (2), Îlon (1)

Du ji van zarokên keç, kêmendam bûne. Du zarokên keç jî ji Sûriyeyê bûne.

Di meha Gulanê de zarokek keç bi darê zorê hatiye zewicandin. Hatiye xwestin ku zarokek keç bi mehra melayî bê zewicandin.

Di meha Tebaxê de malbata çar zarokan xwestiye ku wan bi darê zorê bide zewicandin û istismara zayendî li wan kirine. Her weha di meha Tebaxê de bi darê zorê karkeriya seksê bi çar zarokên keç, di meha Îlonê de jî bi du zarokên keç xwestine karkeriya seksê bidin kirin.

Kê taciz li zarokan kirine?

Hezkiriyê kevin, esnaf, xwediyê karî, rêveberên wan istismara zayendî li 37 zarokên keç kiriye. Xebatkarên dibistanê istismara zayendî li 23 zarokên keç kirine. Midûrên dibistanan her weha istismara zayendî li 18 zarokên keç kiriye. dersdêrên 24 zarokên keç, istismara zayendî li wan kiriye.

Şeş dersdêrên taciz li zarokên keç kirine ku dersa olî/dînî didan. Cîran, nasên ji tax û gundan istismara zayendî li 13 zarokên keç, 17 bav û birayan istismara zayendî li zarokên keç, çar zirbav û bapîran istismara zayendî li zarokên keç kiriye. 12 xizmên zarokên keç istismara zayendî li wan kirine. Sê zarokên rastî istismara zayendî ya wan kesan hatine ku li ser medyaya civakî hev nas kirine. Bi qasî ku di çapemeniyê de belav bûye, zarokên keç 67 kesên ku istismara zayendî li wan kiriye “nas nakin”, neh jê kesên istismara zayendî kirine “nas dikin”. Du zarokên keç rastî istismara zayendî ya doktoran hatine.

Zarokên kur li ku hatine istismarkirin?

12 bûyerên istismara zarokên li malan, 22 jê li dibistan-derdora dibistan an jî li serwîsên dibistanan çêbûne. 15 bûyer li cihên weke park, nexweşxane, kolan ango qadên civakî çêbûne.

16 bûyerên istismara zarokan ji hêla malbatan ve, 17 jî ji hêla dersdêran ve hatine aşkere kirin. Bûyereke istismara zayendî di encama wî tiştî de derketiye holê ku malbatê kamêraya nepenî li malê bi cih kiriye (Kanûna Pêşiyê ) yek jî di encama ducanîbûna zaroke de derketiye holê.

Pêvajoya hiqûqî

Di bûyerên istismarkirina zarokan de 122 fail hatine girtin. 54 fail hatine desteserkirin. 29 fail bi şertê kontrola edlî serbest mane. Dozgeran derbarê heşt failan de jêpirsîn dane destpêkirin, pênc failên ku karmendên dewletê bûn, ji kar hatine dûrxistin. Herî kêm 30 fail serbest mane. 

Failekî daxwaz kiriye ku biryara qedexeya weşanê were standin (Sibat) û ev daxwaz hatiye qebûlkirin. Failek leşkeriya profesyonel dikir, lê derbarê wî de (Tîrmeh-Şirnex) jêpirsîn, lêpirsîn, an jî doz nehatiye vekirin.

Heşt sal şeş meh ceza li failekî istismara zayendî hatiye birîn lê ji ber temenê wî (65 salî bûye) biryar hatiye standin ku cezayê wî neyê bicîkirin (Kanûna Pêşiyê – Erzerom).

Tundkarî-Birîndarkirin

Li gorî zanyariyên ku di çapemeniyê de hatine belavkirin, di sala 2018ê de mêran tundkarî li 380 jinan kiriye yan jî ew birîndar kirine. Mêran herî kêm 23 jin bi giranî birîndar kiriye.

Hevjîn-hevjînên bi mehra dînî tundkarî li 120 jinan, destgirtî-hezkiriyên 35 jinan, bav, kur, birayên 18 jinan, xizmên 14 jina tundkarî li wan kiriye. hevjîn-hezkiriyên kevin tundkarî li 29 jinan kiriye. 42 jin jî rastî tundkariya yên weke walî, polîs, antrenorê sporê, esnaf, cîran, diz, xwendekar, kuafor û nexweşê ku derman dikir hatine.

Jineke ku di meha Kanûna Pêşiyê de rastî tundkariyê hatiye, di temenê biçûk de û bi darê zorê hatiye zewicandin.

Pêvajoya hiqûqî

43 mêrên ku di sala 2018ê de tundkarî li jinan kirine hatine girtin. 16 mêr piştî îfadegirtinê, serbest mane. Jêpirsîn, lêpirsîn an jî doz derbarê heft mêran de nehatiye kirin/vekirin. 57 fail hatine desteserkirin. Heşt fail bi şertê kontrola edlî serbest mane. Lêpirsînnameya îdarî û ya hiqûqî ji bo şeş failan hatiye amadekirin.

Di medyayê de herî kêm ji bo 17 failan nûçeyên “lê digerin”, “reviya ye” hatine weşandin.

Di meha Tîrmeh û Hezîranê de du jinan mêrên ku tundkarî li wan kiriye, kuştine. Di meha Sibatê de Wezareta Navxweyî ji ber tundkarî li jinekê kiriye lêpirsînname ji bo O. Ç. Walîyê Kirikkaleyê amade kiriye.

Karê seksê yê bi zorê

Mêran, zarok jî di nav de karê seksê yê bi zorê li 516 jinan kiriye.

Herî kêm 243 ji wan ji welatên weke Rûsya, Moldovya, Ûganda û Ozbekistanê bûne. Jineke tirkiyeyî ya ku karê seksê yê bi zorê lê hatiye kirin kêmendam bûye.

Pêvajoya hiqûqê

237 fail hatine girtin. 230 fail hatine desteserkirin. Failek bi şertê kontrola edlî serbest bûye. Derbarê du failan de di çapemeniyê de nûçeyên bi gotina “li wan digerin” hatine belavkirin.

Navên jin û zarokên keç ên ku hatine kuştin


Kanûna Pêşiyê  ya 2018ê

Ceyda Aycan, Elham Atıfı, Fatma B., Fatma Khillo, Gülhan Güler, Halime Sadad, Hüsnü Sarıkaya, Neslihan Kaya, Selva Hidir, Semiye Beyoğlu, Serpil K., Zeynep Fedakar, Media Akdağ.

Sibata 2018ê

Asiye Kılıçer, Ayşe Başaran, Ayşe Şahin, Bedia B., Behria Aljalmound, Cansu Özdağ, Ebru Çetinkaya, Fadime Korkmaz, Gamze Kuru, Ganime Varsak, Gizem Eşit, Hatice Koç, Hatice Y., Hürü Temiz, Leyla Karal, Melek Ketman, Melike Çetinkaya, Nisrin Kirdi, Sefika Sever, Serpil Halat, Zuhal Kırlangıç.

Adara 2018ê

Aynur K., Cennet Esen, Filiz Bolkan, Gül Gülizar Ayalp, İlknur Ç., Kristina, Kübra Fırat, Lale Yanık, Muradiye Bektaş, Müzeyyen Laçin, Yryskul Zheenbek Kyzy.

Nîsana 2018ê

Betül Altıntaş, Deniz Arinç, Derya Çolak, Elif Tul, Esen Dülger, Hanife Bicil, Kübra Nur Yılmaz, Öznur D., Rezzan Gündoğan, Rona Güllü, Serpil Ertekin, Sevil Bektaş, Sevinç A., Şenur Topdemir, Türkay İsayova, Vicdan Özetçi, Zübeyda Kamay.

Gulana 2018ê

Ayşe Karahan, Aytekin Muzmun, Çiğdem Alpaslan, Derya Kuru, Gonca Aksakal, Gülhizar Ersöz, Hanife Akdişli, Havva Sakin, Hülya Büyükkaplan, İmran Kandemir, İpek Yılmazcan, Kıymet Özkan, Mühibe E., Nazihe Temel, Nezihe Uçar, Nilay Güngör, Nurhan Doğan, Pınar Çelik, Rümeysa Sakin, Satı Fındık, Seher Çetindaş, Selver Kaya, Sezen Alkan, Suna Doğru, Şule Çet.

Hezîrana 2018ê

Ayşe Aruk, Dima Ashalem, Döne Aksu, Elif Kaya Yavuz, Emine Selim, Esra K., Fadime Y., Fatma Fağırci, Fatma Gülistan, Gülsüm Köse, Gülşen Yakar, Heyran Hüseyinova, Melek Sarkarbalkanıgeçen, Meryem Aydoğdu, Müge Çoban, Neşe Üçücü, Nur Ş., Nurşen E., Oya Öztürk, Özgül Uçaçelik, Rafiye Ata, Sevgi Aslan, Sevilay Aka.

Tîrmeha 2018ê

Aysel Kurt, Ayşegül Çelik, Emine Karakılıç, Fehime Küçük, Filiz Yahya, Gülşen Narşap, Güneş Karaçuban, Hatice Uzun, Kader Key, Karin Ellen Hitzel, N.Ö., Saibe Yükselir, Simge Süreyya Can, Şükran A., Ümmü Akbaş, Z.İ., Zemzem Selver, Zübeyde Demirbozan, Zümrethen Kutluay

Tebaxa 2018ê

Ayşegül Güneştaş, Bahar Saluğu, Belma Yavuz, Cahide İnan, Elif E., Esra Ateş, Gülşen Eken Bulut, Hasret Soylu, Huluud Hemdos, Işıl Kaya, Kübra Oğur, Melak Akta, Mine İ., Nazıra Bajanova, Nuriye Yasak, Sarıgül Hamarat, Sevgi Arslan, Sevim Taşdemir, Türkan Güneştaş, Veslie Kaya.

Îlona 2018ê

Aynur Gedik, Bedriye Kargı, Birsen Ş., Elif Parlakyıldız, Emine Orki, Esma Aksakal, Fulya Arpat, Gönül Demir, Güneş Çağraş, Hanım İzollu, İmane Marras, Jale Çağlar, Makbule Kocaman, Nuray Çil, Nurten Avat, Pakize Kurt, Sezen Aslanbaba, Suna Özbey, Şengül Sezgince, Tuğba Yıldırım, Zehra Kaya, Zekiye Keleş.

Çiriya Pêşiyê ya 2018ê

Ayşe Özcan, Cemile Kızıltaş, Dilek Marabi, Elmas Demir, F.Ş, Fatma Güraslan, Hamide Çavdar, Havva Çay, İkram D. , Khomedova Mekhriboni, Media Hasan, Meryem Karaca, N.Ç, Özlem Meşeli, Özlem Uçar, Şevval Sürgün, Şeyda Ayyıldız, Turna Gül Çuntar, Ümmühan Taşpınar, Ziynet Terzi.

Çiriya Paşiyê ya 2018ê

Cemile E., Cemile Kılavur, Emine A., Emine Çakır, Emine D., F.G, Günay Torun, Hanife Babayiğit, Hatice Korkmaz, Merve Özcan, Nailli Nutfilliana,Pakize Çiftçi, Rahime Gencer, Samiye Ö., Sedef Şen, Sezen Serpil, Sibel Akpınar, Songül Güleçyüz, Vildan Nerede, Zahide Oğuz, Ziynet Terzi.

Kanûna Pêşiyê ya 2018ê

Aynur Top, Emine Topluca, Esmel El H., Fatma K., Feride Kaya, Gizem Danış, Gülüstan A., Gülseren K., Hediye İnanç, Hürü Ergi, Mehtap Er, Mekiye Kaya, Meral T., Meral Uzda, Merve Özcan, Muazzez Kınay, Nefise Dolapçı, Nesrin Cengiz, Nilüfer Danış, Pınar Çoban, Robin Yetiş, Rojda Bulga, Sadiye Andıç, Seda Ulu, Serpil Yıldız, Sevda Çopur, Sevgi Völler, Simge Yıldız, Şerife Boztepe, Zuhal Kayaalp.

Kuştinên transan ên 2018ê

Di sala 2018ê de çar trans hatine kuştin. Navê transên ku hatine kuştin ev in:

Sîmge, Begum, Esra, Kristina.

Ji ber nefretdariya homofobîk, ji mêran heye ku du mêr hevzayend in û ew kuştin e. (Enqere– Kanûna Pêşiyê )

Jineke trans li mala xwe kuştî hatiye dîtin. Hat îdiakirin ku du jinên trans xwe kuştine. Tundkarî li pênc jinên trans hatiye kirin.

* Li Stenbolê karkera seksê ya îranî ya bi navê A.K. (27) jina trans a bi navê Kristina ya azerî kuştiye.

* Li Enqereyê jina trans a bi navê Nefes li mala xwe kuştî hatiye dîtin.

* Hatiye îdiakirin ku li Stenbol ê Îzmîrê du jinên trans xwe kuştine. Malbatên her du jinan jî gefa kuştinê li wan dixwarin.

* Li Edene, Enqere, Samsûn û Stenbolê tundkarî li pênc jinên trans hatiye kirin. Jinên trans çar fail nas nedikirin, failek jî polîs bûye. Tenê gumanbara kuştinê hatiye girtin.

Li Stenbolê N. B. C bi hinceta ku li bexçeyê xwe pisîk xwedî kiriye, bi çoyekî êrîş biriye ser cîrana xwe ya trans ya bi navê K. A. Jina trans li ber xwe daye. Li ser vê, N. B. C bi tivingê gule bera K. A. û hevalê/a wê ya/ê bi navê M. D û ew birîndar kiriye.

* Li Yalovayê komeke qelebalix a ji mêran pêk dihat, bi kêr û daran êrîş birine ser yarê jina trans a penaber a îranî ya bi navê A.

* Li Samsûnê trans Sîmge (24), hezkiriyê xwe yê bi navê M. S bi devançeyê kuştiye. Piştî bûyerê M. S. reviya ye lê hatiye zevtkirin.

*Li Enqereyê mêrekî piştî derbe li hezkiriya xwe ya kevin ya bi navê S. K ya trans xistiye ew kêr kiriye. Dema xwestiye biçe kêreke mezik ji metbexê bîne, jinikê xwe ji şaneşînê avêtiye û ji ber mêrikî reviya ye.  .

*Li Bûrsayê termê karkera seksê ya bi navê Begum li odeya hotelekê hatiye dîtin ku deh roj in ti agahî ji wê nedihate standin.

*Li Enqereyê mêrekî li mala xwe derb li hezkiriya xwe ya trans ya bi navê Eyê daye ku hezkiriya wî dixwest jê veqede. Jina trans rapora derblêdanê standiye û giliyê wî kiriye. Piştî îfadegirtinê mêr serbest bûye.

* Li Stenbolê O. S ji bo karê seksê bi Esra Ateşê re li hev kiriye ku Esra Ateş jineke trans bûye û karê seksê dikir. O. S li ber mala Esra Ateşê qirika wê bi kêrê jê kiriye û ew kuştiye.

Li Kocaeliyê du mêr û jinekê jinêk trans E. K., A. K. û M. Ç ya berê hev nas dikirin, li mala wan bi çekan rehîn girtine. Êrîşkaran dest danîne ser pere û hin tiştên buhayên wan zêde ên jinên trans.

* Li Îdirê T. R yê 23 salî tecawiz li Şefîka Sezera 74 salî kiriye ku li heman taxê dijiyan. Paşê bi dehan caran kêr kiriye û ew kuştiye. Her weha dest danîye ser pere û telefona mobile a jinê. (EMK/MB/FD)

Bianet

Hakkında Rojnameya Newroz

Rojnameya Newroz
Rojnameya Newroz

Bu habere de bakabilirsiniz.

EDİTÖR

Merhaba! Sosyalist Mezopotamya’nın 5. sayısıyla karşınızdayız. ÖSP’den KKP’ye geçişle beraber süreç de hızlanmaya  başladı. İlk …

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir